Mala Cem a Yamaniyan greva Elewiyan dewir girt
Çalakiya Grevê ya bi armanca berteknîşandana li hember operasyonên qirkirinê û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hatibû destpêkirin, Mala Cem a Yemaniyan dewir girt.

Greva birçîbûnê ya li Mala Cem a Narlidera ya ku ev 3 roj in ji bo protestokirina operasyonên bi armanca qirkirinê ya li hemû bajarên Kurdistanê, Mala Cema a Yemaniyan a Îzmîrê dewir girt. Endamên wan dorveger dest bi grevê kirin. Gelek kesayetên Elewî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên li Îzmîrê jî piştgirî dan çalakiya grevê.
Ji beriya girevê Serokê Komeleya Yemaniyan daxuyaniyek da û diyar kir ku grev, 7’ê Çileyê hat destpêkirin, bal kişand ku grev li Mala Cem a Yemaniyan wê berdewam bike û got: “Em weke Elewî li hember her cure qetlîaman bertekan nîşan bidin.
Yek ji civaka herî zêde bi qetlîaman re maye, civaka Elewiyan e.” Piştre Pîrê Elewî Veysel Karababa, gûlbang xwend û grevê destpê kir. Çalakî bi vegotinên qetlîaman ên ku pîrên Elewî jiyanê berdewam kir. Bang li mele û mirovên din ên bawermendên li Tirkiyeyê kirin ku li hember qetlîaman bi hestyar bin.