Li Zozanên Şên çalakiya mertalên zindî destpê kir

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Pasûr û rêxistinên Bajêr ên Mûşê li zozanên Şên çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin.

Li Zozanên Şên çalakiya mertalên zindî destpê kir.

Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Pasûr û rêxistinên Bajêr ên Mûşê li zozanên Şên çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin.

Pasûriyên ku 20 herêmên Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve wek herêmên qedexe yên leşkerî hatin îlankirin protesto kirin, li ser esasê li “herêmên ewlekariya taybet” çalakiya mertalên zindî bidin destpêkirin, li Zozanên Şên çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Di nav wan de parlamenterên HDP’ê yê Amedê Edîp Berk, rêveberên HDP û DBP’ê yên Mûş û Pasûrê jî ku hene gelek welatî li Zozanên Şên kom bûn û çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Girseya alên spî hilgirtin bi dirûşma,  “Ne şer aştî hema niha” daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Pasûrê Fatîh Taş got: “Komkujiyên bi Pirsûs destpê kir, bi yên Silopiya, Gever, Gimgim, Licê û Farqînê dewam kirin dide nîşandan ku polîtîkayên tinekirinê yên salên 90’an ketine meriyetê.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Edîp Berk jî got ku deverên wek herêmên qedexe yên leşkerî hatine îlankirin di encama kedeke mezin de ava bûne û wê destûr nedin ev herêm careke din bên valakirin.

Welatiyan piştî daxuyaniyê konên li zozanan ziyaret kirin û çalakiya ertalên zindî dan destpêkirin.