Li Xelfetiyê 3 jinên şoreşger hatin bîranîn
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê 3 jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê 3 jinên şoreşger ên 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytext Parîs a Fransayê hatin qetilkirin bi aktivîteyekê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê hevbirên KJA ya Xelfetiyê ve hat organîzekirin, rêveberên HDP’ê, DBP’ê û Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û bi hezaran kes beşdar bûn. Bîranîn li avahiya navçeya DBP’ê ya Xelfetiyê hat lidarxistin, wêneyên jinên Kurd ên di qetlîama Parîs û Silopiyayê de hatin qetilkirin, bilind kirin. Di çalakiya bîranînê de jinan find pêxistin û qeranfîl belav kirin. Pankartên “Şideta li hember jinan îdeolojîk e, xwerêveberî meşrû ye”, “Ya şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin”, “Jinên li ber xwe didin têkoşîna wan bi ser dikevin” û “Tu dikarî gulekê qetilbikî, lê nikarî biharê asteng bikî” hatin daliqandin. Çalakiya aktivîteyê bi rêzgirtina deqeyek ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
‘JINÊN LI HEMBER PLANA HILWEŞÎNÊ LI BER XWE DIDIN, HEDEF TÊN GIRTIN’
Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş li ser girîngiya rojê axivî û diyar kir ku şerê bi fermana qesrê hat destpêkirin her ku diçe bi dijwarî didome. Dûrmûş wiha anî ziman: “ Siyaseta wan li her aliyî hilweşiyaye û bi rêbazên şer ên ku dixwestin bi dest nexistin, difikirin ku bi hêza AKP- DAÎŞ’ê terorê bilind bikin û serkeftinê bi dest bixin. Ji beriya niha qetilkirina ji 7 salî heta 70 salî kiribûn hedef, îro qetlîam gihiştiye pitikên hê di rehma dayika xwe de û heta gihiştiye goristanê me jî. Tank ketine bajaran, navçe û taxan dorpêç dikin, bi ‘plana hilweşînê’ jinên li ber xwe didin, hedef tê girtin.”
‘JINÊN LI BER XWE DIDIN WÊ BI SER BIKEVIN’
Dûrmûş diyar kir ku di nava 6 mehên dawî de 39 jin ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Dûrmûş wiha berdewam kir: “ Herî dawî li Silopiyayê qetlîama li hember jinan pêkhat, di hêza jina rêxistinkirî de bi rihê berxwedanê li her qadê têkoşîn dikin, carek din xuya bû ku çiqasî ji jina Kurd ditirsin. Di dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ên qetlîama Parîsê têkoşîna jina Kurd hedef hat girtin îro dîsa li Stenbol, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Silopiyayê bi qetlîaman dijminahiya li hember jinan derxistiye pêş. Berxwedan li hember hemû cure hovîtiya dewleta Tirk,li pişt bendan a têkoşînê bilind dike hêza jinê ye.”
Piştî axaftina sinevîzyona ku têkoşîna 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin vedigot hat nîşandan. Sînevziyon bi çepik, tilîlî û bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû. Piştî sînevîzyonê, bîranîn bi guhdarkirina helbestan bi dawî bû.