Li Welsê çalakiya ji bo destekkirina Kobanê
Li bajarê Awûstûrya Welsê, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Lînzê bi armanca destekkirina Kobanê çalakiyek lidar xist.
Li bajarê Awûstûrya Welsê, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Lînzê bi armanca destekkirina Kobanê çalakiyek lidar xist.
Li bajarê Awûstûrya Welsê, Yekîtiya Hêza Demokratîk a Lînzê bi armanca destekkirina Kobanê çalakiyek lidar xist. Çalakiya ku bi qasî 5 hezar 500 kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Nûnerê Yekîtiya Hêza Demokratîk a Lînzê Denîz Dêrsim axaftina vekirinê kir û got, "Me bi hev re li ber xwe dan, em ê bi hev re ava bikin. Bi vê çalakiya xwe re em dixwazin alîkariyê li çêkirina nexweşxaneya li Kobanê bikin."
Dêrsim da xuyakirin, ku berxwedana par a li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan, îro li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek bajarên din ên Kurdistanê tê nîşandan.
Nûnera PYD'ê Şehrîvan Hesen jî da zanîn, ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û destnîşan kir, ku Kurd li Amed, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê destanên dîrokî dinivîsînin. Hesen diyar kir ku divê xwedî li vê têkoşîna bi ruhê Rojava hatiye afirandin, bê derketin.
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan jî got, "Di vî şerê kirêt de em naxwazin di rûpelên dîrokê de bi mirinê cihê xwe bigirin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li Rojava re bûn sedem ku şoreş ji nû ve zindî bibe."
Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Awûstûryayê M. Alî Çankaya jî banga xwedîderketina li berxwedana Amed, Cizîr û Nisêbînê kir.
Li ser navê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Awûstûryayê Can Tohûmcû jî destnîşan kir ku ev sala sedsala 21'an wê bibe saleke têkoşîneke mezin a di navbera mafdar û neheqan e.
Ji Koma Berxwedan Seyîdxan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna vê çalakiyê anî ziman û diyar kir ku ew ê bi hunera xwe re çeperên berxwedanê her destek bikin.
Di çalakiya piştgiriyê de Koma Berxwedan, Kardeş Turkuler, Hozan Fevzî Rojava, Grûp Zamaan û Koma Dem derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.