Li Wanê starta Newrozê li Elbakê bi hezaran re hat dayîn
Li Wanê starta aktivîteyên Newrozê li navçeya Elbakê hat dayînn. Bi hezaran kesên ku ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûn, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.

Agirê yekem a Newroza Wanê îro li navçeya Elbakê hate pêxistin. Gelê Elbakê li hemberî hemû polîtîkayên komkujiyan bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" di saetên sibehê de bi rengên xwe yên Kurdistanî herikîn qada Newrozê. Li qada Newrozê, li hemberî êrîşên tevkujiyê yên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê bi dirûşmên weke "Bijî berxwedana Sûr û Cizîrê" berxwedana gel a li bajarên Kurdistanê hate silavkirin. Her wiha girse gelek caran bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan.
'EM LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN AGIRÊ NEWROZÊ BILIND DIKIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim û Hevseroka Bajêr a DBP'a Wanê Caziye Duman jî tevlî pîrozbahiyên li Elbakê bûn. Axaftina destpêkê ya pîrozbahiya Newrozê Hevseroka Navçeyê ya HDP'a Elbakê Gulîstan Orhan kir. Orhan di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên têkoşîna azadiyê silav kir û wiha axivî: "Me di dîroka Kurdistanê de li hemberî komkujiyan her tim agirê Newrozê bilind kir û em ê ji niha û pê ve jî mezin bikin." Hevseroka DBP'a Wanê Caziyê Dûman jî Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku ew ê polîtîkayên şer bi agirê Newrozê bişewitînin.
'BERXWEDANA ME BI AGİRÊ NEWROZÊ GEŞ DIBE'
Piştre bi coşeke mezin agirê Newroza 2016'an hate pêxistin. Piştî pêxistina agir Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirim axivî û bal kişand ser girîngiya Newroza 2016'an. Yildirim destnîşan kir ku gelê Kurd bi Newrozê re amadekariya fînala têkoşîna azadiyê dike û got "Wê nikaribin li ber berxwedana me ya weke agirê Newrozê geş dibe rawestin."
Piştî axaftinan girse li gel stranên Newrozê û berxwedanê govend gerand. Pîrozbahiya Newrozê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.