Li Wanê 3 kes hatin girtin
Li Wanê, ji 5 kesên piştî înfaza ciwanê bi navê Nadîr Tezel hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
Li Wanê, ji 5 kesên piştî înfaza ciwanê bi navê Nadîr Tezel hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin.
Ji kesên piştî înfaza ciwanê bi navê Nadîr Tezel hatin binçavkirin, welatiyên bi navê Canan Gungor, Guven Gungor û Salîh Gungor bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê biryar da ku Canan, Guven û Salîh Gungor 'sûcê endametiya rêxistinê' kirine û biryara girtinê da.
Du kes jî bi şertê kontrolê hatin berdan.