Li Tarlabaşiyê agirê Newrozê hat pêxistin
Gelê li Beyoglûyê qedexeya pîrozkirina Newrozê ya Walîtiya Stenbolê nas nekir, li semta Tarlabaşiyê agirê Newrozê pêxist.

Li Semta Tarlabaşi ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, gel qedexeya Newrozê ya Walîtiya Stenbolê nas nekir, agirê Newrozê pêxist. Polîsên ku xwe li ciwanên Newroz pîroz dikirin ranegirtin, êrîş kirin. Ciwanan li nav kolanan de agirê Newrozê pêxistin, bend danîn û rê girtin, dirûşmên “Bijî Newroz” û “Her der Sûr her der Berxwedan” qîr kirin.
Êrîşa polîsan a li hember gel berdewam dike, di êrîşê de polîsan bombeyên gazê û ava şid bi kar anîn.
Êrîşa polîsan a li hember taxê berdewam dike.