Li Swîsreyê protestoyên AKP’ê didomin
Kurdistaniyên ku duh li jiyangehên Gavle û Soderhamn ê Swîsreyê daketina qadan, êrîşên bi top û tankan a dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiyê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku duh li jiyangehên Gavle û Soderhamn ê Swîsreyê daketina qadan, êrîşên bi top û tankan a dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiyê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku duh li jiyangehên Gavle û Soderhamn ê Swîsreyê daketina qadan, êrîşên bi top û tankan a dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li hember berxwedana xwerêveberiyê protesto kirin, bêdengbûna Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swîsreyê ya li hember operasyononên qirkirinê jî bi tundî hatin şermezarkirin.
Di xwepêşandana ku ji bo qetlîamên li Kurdistanê bi dawî bibin, ji bo saziyên civaka sivîl zextê li ser Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swîsreyê ava bikin bang hat kirin, wênyên welatiyên sivîl ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Sûr , Cizîr, Silopiya û Nisêbînê hatin qetilkirin hatin hildan. Bi dirûşmeyên “Destên Xwe Yên Bi Xwîn Ji Kurdistanê Bikşînin”, “Artêşa Tirk Ji Kurdistanê Derkeve”, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu”, “Qatilê Zarokan Erdogan” û “ PKK Gel E, Gel Li Vir E” qîr kirin.
Di axaftinên li xwepêşandana li qada navenda bajarê Gavleyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP destpêkê li Sûr û Silopiyayê li tevahiya Kurdistanê li hember gelê Kurd dest bi qetlîaman kiriye û bi sedan welatiyên sivîl qetil kirine. Ji bo dawî li van qetlîaman were bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swîsereyê hat kirin ku bikevin tevgerê.
Di xwepêşandana ku çalakvanên li qada navenda bajarê Soderhamn, bi wêneyên welatiyên sivîl ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin beşdar bûn de dewleta Tirk hat protestokirin. Bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji Bo Kurdistanê Aştî, Ji Bo Ocalan Azadî” qîr kirin.