Li Sûrê pevçûnên dijwar
Li navçeya Sûrê ya li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê di roja 40'emîn de ye, li dora Dibistana Navîn a Yavuz Selîm û mizgefta Kurşunluyê zêdetir bûn.
Li navçeya Sûrê ya li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê di roja 40'emîn de ye, li dora Dibistana Navîn a Yavuz Selîm û mizgefta Kurşunluyê zêdetir bûn.
Li navçeya Sûrê ya li dijî êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê di roja 40'emîn de ye, li dora Dibistana Navîn a Yavuz Selîm û mizgefta Kurşunluyê zêdetir bûn. Gelek ambulans sewqî navçeyê hatin kirin. Hate hînbûn ku gelek tîmên taybet mirine.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku li dijî dorpêç, êrîşên hêzên dewletê berxwedana xwerêveberiyê ya gel di roja 40'emîn de berdewam dike. Duh tevahî rojê li dijî taxên di bin dorpêçê de ne êrîş pêk hat û îro jî zêdetir bûn. Bi taybetî li taxên Dabanoglu, Xançepek û Dêriyê Mêrdînê û derûdora mizgefta Kurşunlu tên bombebarankirin.
Mizgefta Kurşunlu ku bû hedefe bombeyan dûman bilind dibe û pevçûn li dora mizgeftê dijwartir bûn.
Cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên ji aliyê tîmên taybet ên li Dibistana Navîn a Yavuz Selîm bi cih bûne ve hatin qetilkirin li wir in. Dengê pevçûn û teqînan li her derê bajarê tê bihistin û li ser navçeyê dûman bilind dibe.
Di saetên ku pevçûn dijwar bûn de hate hinbûn ku gelek tîmên taybet û leşker mirine û gelek jî birîndar in. Bi dehan ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.