Li Strasboûrgê wê ji bo 3 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê ji bo sê rojan li ber avahiya Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê ji bo sê rojan li ber avahiya Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Çalakî wê di 25'ê Çileyê de destpê bike û di 27'ê Çileyê de biqede. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû wê li Konseya Ewropayê hevdîtinan bikin.

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê wê bi pêşengiya pêkhateyên KCD-E pêk were. Di çalakiyê de li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêdengiya saziyên navneteweyî were şermezarkirin.

Ji başûrê Elmanyayê û bajarê Fransa Strasboûrgê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bibin.

Di dema çalakiyê de parlamenterên HDP'ê jî wê li Konseya Ewropayê hevdîtinan bikin. Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê nûnerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li vir amade bin.

Komîteya Amadekar bang li gelê Kurd û dostên wan kir, ku bi xurtî beşdarî çalakiyê bibin.