Li Stockholm û Darmstadt dewleta Tirk hat protestokirin
Li paytexta Swêdê Stockholm û bajarê Darmstadt ê Elmanya terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat protestokirin.

STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hat protestokirin. Kurdistaniyan ajansa herî mezin a Swêdê TT dagir kirin, bêdengbûna Ewropa ya li hember bûyerên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiya ji aliyê Komaleya Jinên Kurd hat lidarxistin de ji ber terora Tirkan daxwaza helwestgirtinê hat kirin, her wiha daxwazên naskirina mafê herî rewa yên Kurdan, mafê xwerêveberiyê jî hat ziman.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Kurdistanê bi mîtîngekê hat protestokirin. Piştî mîtîngê komek çû büroya Darmstadt a SPD’ê, bi rayedaran re hevdîtin pêk anî, dosyayek ku sûcên mirovahiyê yên ku AKP’e li Kurdistanê pêk tîne radestî rayedaran hat kirin.