Li Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Taxa Berman a girêdayî navçeya Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin.

Li Taxa Berman a girêdayî navçeya Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin.

Beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku sibehê li nav6çeya Stewrê ya Mêrdînê wê bê pîrozkirin, amadekarî berdewam dikin. Li Stewra ku bi rojan e agirê Newrozê venamirîne, îro li Taxa Berman agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahiya ku gelek kes beşdar bû, dowîz û pankartên “Jin ji bo azadiyê û Rêberê xwe li ber xwe didin” û “Kurdistanek Azad, Rêbertiyek Azad” vekirin. Rexmê barana zêde jî, gel li ber stranên berxwedanê govend gerand.