Li Şirnexê sewqiyata tankan

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê didomin, sewqiyata wesayîtên leşkerî û tankan hate kirin.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê didomin, sewqiyata wesayîtên leşkerî û tankan hate kirin.

Êrîşên hêzên dewletê ya li hember Şirnexê ku êrîşên qirkirinê roja 2. li pey xwe hişt, berdewam dikin. Bi mehan e dorpêçkirin û sewqiyatên leşkerî bi awayekî bê navber didomin, hat dîtin ku di saetên şevê de sewqiyata tankan li bajar pêk tê, gelek wesayîtên zirxî ketin bajêr.

Di rojên borî de tankên hatin sewqkirin li girên stratejîk hatin bicihkirin û taxên berxwedanê didin ber topan.