Li Şirnexê li hember tûgay û emniyetê çalakiyên hemwext

Li Şirnexê hêzên YPS û YPS-JIN li hember Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Bi çalakiyê re li gelek nuqteyên bajêr û Tugaya Jendermeyan a Çakirsogutê şerên dijwar qewimîn.

Li Şirnexê hêzên YPS û YPS-JIN li hember Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Bi çalakiyê re li gelek nuqteyên bajêr û Tugaya Jendermeyan a Çakirsogutê şerên dijwar qewimîn.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 61. de li Şirnexê didome, li gelek nuqteyên bajêr şerên dijwar diqewimin. Ji aliyê şervanên YPS û YPS-JIN’ê ve li hember Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê bi çekên lûledirêj ve çalakiyek hate lidarxistin. Bi destpêkirina êrîşê re li gelek nuqteyên bajêr şerên dijwar pêk hatin.

Li derdora Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut a li ser rêya Sêrtê jî şer diqewimin, hat dîtin ku li herêma şer gelek guleyên ronîkirinê hatin bikaranîn. Her wiha di nîzamiyeya tugayê de jî şewat derket.

Li Taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Cûmhûriyetê jî şerên giran diqewimin. Tankên ku li derdora bajêr hatine bicihkirin, taxan bi top û obusan bombe dikin.