Li Şirnexê li hember êrîşên qirkirinê berxwedana topyekun didome

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di roja duwem de ye, li hember taxên berxwedanê bomberdûman didomin. Li hember êrîşna bersivdayina hêzên YPS û YPS Jinê jî berdewam in.

Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di bin navê “qedexeya kolanan” de 2 roj li pey xwe hiştin, li hember taxên berxwedanê bomberdûman didomin, li hember taxên xendek û bend tinene jî çeteyên Qesrê ser malan de digirin û lêgerînan pêk tînin. Bi tankên li derdora bajêr hatine bicihkirin jî di serî de taxên Dîcle, Yeşîlyûrt û Gazîpaşa, li hember tevahî bajêr êrîş dewam dikin, her wiha li hember van êrîşan jî hêzên YPS û YPS Jin berxwedana xwe didomînin.

Taxên Yeşîlyurt û Gazîpaşa yên li Şirnexê berxwedana xwerêveberiya destpêkê hat pêşendan, ji duh êvarî ve bê navber ji aliyê tankan tên bomberdûmankirin. Di encama bomberdûmankirina taxên derdora 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan de hin malan xisar dîtin, gelek mal jî şewitîn. Dîsa li hember mintiqa di navbera taxên Yeşîlyûrt û Cûmhûriyetê jî êrîşa bi tank û topan dewam e. Hate dîtin ku cerdevanên mala Tatar li aliyê taxê yê di qûntarê çiya de hatin bicihkirin. Her wiha hate ragihandin ku li gelek malan ji bilî cerdevanan, polîsên tîmên taybet hatine bicihkirin. Hate diyarkirin ku dem bi dem topên tên avêtin dikevin Taxa Cûmhûriyetê jî.

Di êrîşên li ser taxên Cûmhûriyet û Dîcleyê de, sekvanên li avahiya Midûriyeta Daristana Bajêr û avahiya Midûriyeta Tenduristiya Bajêr ên di navbera her du taxan de hatine bicihkirin jî êrîşî taxên berxwedanê dikin.  Ji danê sibehê ve Taxa Dîcle bi awayekî zêde tê bomberdûmankirin, hate dîtin ku ji taxê dûmanên reş bilind dibe. Êrîşên li ser Taxa Bahçelîevler jî hate ragihandin ku bi taybet ji Navenda Qademe ya Polîsan, Hekîmevî û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut têne kirin.
Li Yenîmahalleyê jî ku ji duh ve êrîş li ser hene, hate hînbûn ku êrîş bi wesayîtên zirxî yên li rêya li derdora bajêr, Tekser û Midûriyeta Çandê yê Bajêr pêk tên.

Her wiha, li taxên Omerkoy, Vakifkent û Gundogdû yên xendek û bend lê tinene jî serdegirtinên malan pêk tên. Hate hînbûn ku di serdegirtinan de deriyên gelek malan hatine şkandin û alavên hundirên malan hatin texrîbkirin.