Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedan
Li Şirnexê di roja yekemîn a dorpêçê de 2 polîsên tîmên taybet û çawîşekî pispor hatin kuştin, tax bi tank, top û çekên giran tên bomberdûmankirin.
Li Şirnexê di roja yekemîn a dorpêçê de 2 polîsên tîmên taybet û çawîşekî pispor hatin kuştin, tax bi tank, top û çekên giran tên bomberdûmankirin.
Li Şirnexê di roja yekemîn a dorpêçê de 2 polîsên tîmên taybet û çawîşekî pispor hatin kuştin, tax bi tank, top û çekên giran tên bomberdûmankirin. Li dijî êrîşên di serî de li hember taxên berxwedanê û tevahî bajêr, bersivdayina YPS û YPS-Jin didome.
Êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP’ê yên di bin navê ‘Qedexeya kolanan’ de li ser navenda bajarê Şirnexê ji duh şev saet 23:00’an û şûn ve destpê kirin, îro jî tevahiya rojê berdewam kir. Di şerê dijwar ê ku tevahiya rojê de 2 polîs û çawîşekî pispor hatin kuştin, êrîşên bi topan ên li hember bajêr berdewam dikin.
Tank, top û çekên giran ên li derdora navenda bajarê Şirnexê bi cih kirine, tevahiya taxên bajêr didin ber topan. Sekvanên ku li saziyên nava bajêr de bi cih kirine û wesayîtên zirxî jî ketober guleyan li ser taxan direşînin, li ser bersivdayîna hêzên YPS û YPS-Jin di tevahiya rojê de şerên dijwar pêk hatin. Bi awayek dijwar êrîş li ser Taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa û Bahçelîevler pêk hatin, cih bi cih bikaranîna fuzeyan jî bal kişand.
Di saetên sibehê de polîsên tîmên taybet avêtin ser malên taxên ku bend û xendek lê tinebûn, weke taxên Omerlikoy û Vakifkentê. Di gelek malan de lêgerîn kirin û hinek mal bêkêr kirin. Hat ragihandin ku malên ku lêgerîn lê hatin kirin, şibake û deriyên wan hatin şkandin û hatin tevlîhevkirin. Polîsên tîmên taybet ên ku li malan lêgerîn kirin, gef li welatiyan kirin ku malên xwe bi terikînin. Yek ji mala ku deriyê wê hate şkandin jî mala hevşaredarê Şirnexê Parêzer Serhat Kadirhan e.
Polîsan bi ser malên gundê Deştan ê girêdayî navenda Şirnexê jî girtin. Di serdegirtina malan de Yûnis û Seyfettîn Zeybek, Abdûrezzak Ergîn û Halîl Yapar bi îdîaya “Alîkarî û piştgirîkirinê” hatin binçavkirin. 4 kesên ku birin qereqola Jendermeyan, piştî îfadeyan hatin berdan.
Hat dîtin ku li ser gelek avahiyên bilind sekvan hatine bicihkirin. Di encama top li malake Taxa Omerliyê ket de, mal şewitî û bêkêr bû.
Hat ragihanin ku di şerê dijwar ê saetên nîvroyê de, li Taxa Yenîmaheleyê çawîşekî pispor hat kuştin. Çawîşê pispor bi ambûlansê rakirin 23. Tûmena Sînor a Jendermeyan, piştre li taxê şerên dijwar rû dan.
Hat ragihandin ku di şer de 2 tîmên taybet hatin kuştin, polîsek jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku di şerê li Taxa Îsmetpaşayê de jî kesek hatiye birîndarkirin, hat destnişankirin ku kesê hatî birîndarkirin çeteyek e.
Dîsa hêzên YPS – YPS-Jin li hember lojmanên TOKÎ yên girêdayî Tîmên Medîkal ên Neteweyî yên ku xebatkarên girêdayî AFAD, dozger û polîs lê dimînin pêk anî. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de ti windahiyên can nebûne, diyar bû ku avahiya rastî êrîşê hatin tevahî hatiye valakirin. Di roja yekemîn a qedexeya kolanan de destpêkê Taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Yenîmahalle, Dicle, Cûmhûryet, Îsmetpaşa û Bahçelîevler û li tevahî taxên berxwedanê, êrîş berdewam dikin, her wiha bersivdayina hêzên YPS û YPS-Jin didome.