Li Şirnexê êrîşa bi tankan

Li Şirnexê bi destpêkirina "qedexeya derketina derve" re hêzên dewleta Tirk bi tankan li tax û qadên bejahî yên navenda bajêr dixin.

Piştî ku li navenda bajarê Şirnexê du saet di 23:00 de derketina derve hat qedexekirin, topbarana li hemberî bajêr destpê kir. Tankên li Qereqola Jendermeyan a Çakirsogut a li bakurê bajêr û 23. Tumena Sînor a Jendermeyan êrîşî taxên berxwedanê dikin. Êrîş bi giranî li hemberî taxên Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê tên kirin.

Di heman demê de qadên bejahî yên li derdora bajêr jî bi tankan tên bombekirin.

Tevî tankan, çekên giran jî di van êrîşan tên bikaranîn. Her wiha ji maşînên zirxî yên li saziyên dewletê yên li navenda bajêr bi cih bûne jî, bi bombeavêjan êrîş tê kirin.