Li Şirnexê bi zorê gundan didin valakirin
Gundê Şilyan ê li Şirnexê li ser rêya Sêrtê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk bi zorê tê valakirin.
Gundê Şilyan ê li Şirnexê li ser rêya Sêrtê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk bi zorê tê valakirin.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk du meh li pey xwe hiştin, çeteyên Qesrê dest bi valakirina gundê Şilyanê kirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin; rayedarên çûne gund bi hinceta “ewlehiyê” ji keyeyê gund û gundiyan “demildest valakirina gund” xwestine. Gundê Şilyan ê li ser rêya Sêrtê ye, 5 kîlometreyan dûrî navenda Şirnexê ye.
Her wiha, şerên li navenda bajêr li xeta taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê giran bûne, taxên Yenî û Bahçelîevlerê jî tên bombekirin.