NÛ BÛ

Li Şirnexê 2 polîs hatin kuştin

Li Taxa Yenîmahaleyê ya Şirnexê di şerê dinavbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS û YPS-Jin 2 polîs hatin kutin û polîsek jî birîndar bû.

Li Taxa Yenîmahaleyê ya Şirnexê di şerê dinavbera hêzên dewleta Tirk û hêzên YPS û YPS-Jin 2 polîs hatin kutin û polîsek jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku di êrîşên li ser Yenîmahalleya Şirnexê di roja 1’emîn a “qedexeya kolanan” de herî kêm 2 polîs hatin kuşîtin û 1 polîs jî birîndar bûye. Cenazeyê leşker bi wesayîtên zirxî ji Taxa Yeşîlyûrtê wergirtin û birin 23. Tumena Jendermeyên Sînor. Piştî cenaze hate wergirtin li dijî Taxa Yeşîlyûrtê êrîş dijwartir bûn.

Bi bersivdayina endamên YPS û YPS Jinê şîdeta şer zêde bû. Di encama topbarana tankên li cihên bilind ên bajêr hatine bicihkirin de li maleke Taxa Omerkoyê şewat derket.

Her wiha ji saziyên dewletê yên veguherandine biryargehên leşkerî êrîşên bi çekên giran pêk tên, li avahiyên bilind jî tîmên taybet hatine bicihkirin.