Li Şirnex û Dersimê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Şirnex û Dersîmê da xuyakirin, têkîldarî xebatên kontra yên li Dersîmê jî agahî parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya gerîlayan a li Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê der heqê xebatên kontra yên li Dersîmê jî agahî da, detayên çalakiyên li Dersîm û Şirnexê ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya 11’ê Gulanê li Şirnexê ev agahî parve kirin:

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

“11’ê Gulanê li qada Rîsor a girêdayî Şirnexê artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek li dar xistiye. Danê sibehê saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li Deriyê Sêwo ya li nêzî gundê Kaniya Qeymeqam çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin. Di çalakiya sûîqestê ya hemwext de jî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC ji Tabûra Çakirsû, ji Qereqola Çelê Nimêja û qereqoolên derdor ve qada Rîsor dan ber hewan û obusan. Ev çalakiya ji bo bîranîna gerîlayên me yên li vê qadê şehîd ketine hate lidarxistin.”

LI DERSÎMÊ ÇALAKÎ Û XEBATÊN KONTRA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 11’ê Gulanê saet 16.30’an hêzên gerîla li hember leşkerên qereqola Bîlgeç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştine.

Her wiha HPG’ê da xuyakirin ku li bejahiya Dersîmê artêşa TC xebatên kontra di bin navê neçîrvantiyê de bi rêxistin dike û divê gel di vê mijarê de hişyartir be. 

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Her wiha, li navçeyên Hozat û Pêrtag ên Dersîmê jî artêşa TC xebatên kontra dimeşîne.”

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya li Şirnexê jî ev agahî parve kirin:

“10’ê Gulanê saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku wesayîta dozer a li derdora girê Kuroşîno yê li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê rê çêdikir diparastin, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”

Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de nasnameya gerîlayê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da hate eşkerekirin:
“2’yê Gulanê di çalakiya Xapûşkê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê bi hevalakî me re têkîliya me qut bibû. Gerîlayê me yê ku têkîliya pê re qut bibû şehîd ketiye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Rohat Hejar
Nav û Paşnav: Menûşer Guderzî
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayik-Bav: Zafera - Habîbûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Gulana 2016’an / Colemêrg

...