Li Silopiyayê nûçegîhanê DIHA’yê û 36 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyayê di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de nûçegihanê DIHA’yê Nedîm Oruç jî di nav de herî kêm 37 kes hatin binçavkirin. 20 kesên duh hatibûn binçavkirin jî derxistin dozgeriyê.
Li Silopiyayê di çarçoveya êrîşên tevkujiyê de nûçegihanê DIHA’yê Nedîm Oruç jî di nav de herî kêm 37 kes hatin binçavkirin. 20 kesên duh hatibûn binçavkirin jî derxistin dozgeriyê.
Li navçeya Silopiya Şirnexê êrîşên tevkujiyê yên dewletê berdewam dikin. Di çarçoveya êrîşan de îro di seatên sibehê de bi dehan welatî bi zorê ji malên wan ên li Taxa Nûrê hatin derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê. Li vir piştî venêrîna nasnameyan 37 kes hatin binçavkirin.
NÛÇEGIHANÊ DÎHA’YÊ ORUÇ HAT BINÇAVKIRIN
Di nav kesên hatîn binçavkirin de nûçegihanê DIHA’yê yê Silopiyayê Nedîm Oruç jî heye. Nayê zanîn ku kesên binçavkirî, li kû tên girtin. 20 kesên duh jî hatibûn binçavkirin, îro derxistin Dozgeriya Komarê ya Silopiyayê.