'Li Silopiyayê gotina dawî ji aliyê berxwedêran ve hat gotin'

Li Silopiyayê, piştî ku hêzên dewleta Tirk ên êrîşkar li bin guhê berxwedana xwerêveberiyê ketin, neçar man di roja 37. de qedexeya derketina derve rake. Piştî rabûna qedexeyê, rûyê xwe yê rast bi nivîsên xwe yên nîjadperestî re nîşan dan.

Li Silopiyayê, piştî ku hêzên dewleta Tirk ên êrîşkar li bin guhê berxwedana xwerêveberiyê ketin, neçar man di roja 37. de qedexeya derketina derve rake. Piştî rabûna qedexeyê, rûyê xwe yê rast bi nivîsên xwe yên nîjadperestî re nîşan dan.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê di nava 37 rojan de bi her awayî hêza xwe ya leşkerî û teknîkî bi kar anî, lê li bin guhê berxwedana xwerêveberiyê ketin. Polîs û leşkerên Tirk ên nikarîbûn vîna gel bişikînin, hêrs û rûyê xwe yê rast bi nivîsên li ser dîwaran re nîşan dan. Polîs û leşkerên Tirk li ser dîwaran nivîsên nîjadperestî yên weke "Li vî welatî gotina dawî ji aliyê miletê Tirk ve tê gotin", "Qehpe Silopiya heta mirinê welat JOH"  nivîsandin. Şêniyên Silopiyayê jî dan xuyakirin, ku gotina dawî ji aliyê berxwedêrên xwedî li vîna xwerêveberiyê derketine, hatiye gotin.

'GOTINA DAWÎ JI ALIYÊ GEL VE HAT GOTIN'

Leyla Bûlût diyar kir, ku tevî hemû êrîşên giran jî wan mala xwe neterikandine û anî ziman ku hêzên dewletê bi hedefgirtina zarokan û mirovên ji her temenî re xwestine komkujiyê bikin. Bûlût ragihand, ku dewletê xwest bi vê rêyê re vîna gel bişikîne û destnîşan kir, ku tevî hemû êrîş û zextan jî gelê Silopiyayê xaka xwe neterikandiye. Bûlût da zanîn ku ew ê her li ber xwe bidin û got, "Vaye dibêjin 'Me Silopiya paqij kirin'. Tiştekî welê nîne. Ku derê ji kê paqij dikin? Ev der xaka me ye. Li hemberî hemû êrîşan em ê xaka xwe biparêzin. Gotina dawî ya li vê derê ji aliyê berxwedêran ve hat gotin, ji aliyê gel ve hat gotin. Dewlet zarokan dikuje û dibêje 'me terorîst kuşt'. Zarokekî 10 salî gelo terorîz jê derdiekve? Yan jî mirovekî 70 salî yê li ser nimêjê terorîst e? Li hemberî hemû êrîşan em ê têbikoşin. Vaye hûn dibînin. Li Cizîrê hînê êrîşên wehşî dewam dikin."

'BI HEMÛ TANK Û TOPÊN LI TIRKIYEYÊ RE ÊRÎŞÎ ME KIRIN'

Gulî Tekîn a 56 salî jî da xuyakirin ku mala wê ji ber êrîşa bi tankan hatiye xerakirin û anî ziman ku tevî vê yekê jî wan Silopiya neterikandine. Tekîn da zanîn ku polîsan cihê wan ê kar jî xera kirine, şewitandine û got, "37 rojan heta ji me hat, me li ber xwe da, me mala xwe neterikand. Hemû tank û topên li Tirkiyeyê anîn Silopiyayê û li dijî me bi kar anîn. Li hemberî tank û topan me li ber xwe dan. Dewleta Tirk vê zilmê li me dike. Em ê mal û axa xwe neterikînin."

'HEWL DAN SIRGÛN BIKIN, DÎSA JÎ MIN NETERIKAND'

Xeyîç Onan diyar kir ku hêzên dewletê yên nikarîbûn berxwedana li Silopiyayê bişikînin, avêtin ser malên wan, bi darê zorê mirov li salona sporê ya weke kampa komkirinê bi cih kirin û da zanîn, ku ew ê vê zilmê ji bîr nekin. Onan ragihand ku ew ê xaka xwe.