Li ser Şirnexê tevgera balafiran
Hat diyarkirin ku li ser herêmên berxwedanê yê navenda bajarê Şirnexê tevgera balafiran pêk tê.
Hat diyarkirin ku li ser herêmên berxwedanê yê navenda bajarê Şirnexê tevgera balafiran pêk tê.
Êrîşên qirkririnê yên dewleta Tirk di roja 59. de li Şirnexê bi şerên dijwar berdewam dike, li ser rêya Sêrtê guleyên ronîkirinê tên avêtin. Li ser navenda bajar re jî tevgera balafiran hene.
Li Şirnexê bi ketina tarîtiyê re li Taxa Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê şerên dijwar diqewimin. Li taxên ku şer didomin, li gel bomberdûmana tank, obus û topan jî dengên çekan bilind dibin.
Çeteyên Qesrê yên ku li dibistana şevnişiyê ya li ser rêya Sêrtê bi cih bûne, bi aliyê Taxa Bahçelîevlerê ve guleyên ronîkirinê davêjin, li ezmanê bajêr jî tevgera balafirên şer hene. Balafirên şer bi alîkariya pêgerên keşfê ve ber bi herêmên Gabar û Besta ve çûn.
Gûndê Şiyan ê li ser rêya Sêrtê jî îro di saetên şevê de bi zorê hatibû valakirin. Di heman demê de ronahiya dibistana li ser heman rêyê ku tîmên taybet bi kar tanîn, hatin vemirandin.