Li ser sînorê Girê Spî artêşa Tirk welatiyek qetil kir
Hêzên artêşa Tirk li ser sînor sînorê Girê Spî welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl El-Ibrahîm qetil kir.
Hêzên artêşa Tirk li ser sînor sînorê Girê Spî welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl El-Ibrahîm qetil kir.
Hêzên artêşa Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê sivîlan hedef digire, welatiyên Rojava jî hedef digire û guleyan li wan dibarîne.
Duh bi şev welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl El-Ibrahîm ê ji şêniyên bajarê Reqqa ye û koçî bajarê Girê Spî kiriye, li ser sînorê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin.
Li gorî şahidên bûyerê dema ku Îbrahîm xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin.
Hêzên Asayîşa bajarê Girê Spî cenazeyê Îbrahîm Xelîl El- Îbrahîm ji ser sînor rakirin û birin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî.