Li ser Şêx Meqsûdê êrîş didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê got, “13’ê Gulanê çeteyan bi topên cehenemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê got, “13’ê Gulanê çeteyan bi topên cehenemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê got, “13’ê Gulanê çeteyan bi topên cehenemê êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.”
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku komên çeteyan ku agirbestê binpê dikin, 13’ê Gulanê carek din ji herêmên Seken Şebab û Eşrefiyê bi topên cehenemê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin sêwana koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
BERSIVÊN TUND HATIN DAYIN
Komên çeteyan ku agirbest binpê dikin 13’ê Gulanê carek din ji herêmên Seken Şebab û Eşrefiyê bi topên cehenemê êrîş birin li ser Taxa Şêx Meqsûdê. Hêzên me jî piştî ku cihên çeteyan êrîş dikirin zelal kirin, bi çalakiyan bersiv dan çeteyan. Di van çalakiyên hêzên me de qasî hat zelalkirin 4 çete hatin kuştin.
ÇETEYAN LI DIJÎ ROJAVAYÊ BENDAVA TIŞRÎNÊ ÊRÎŞ PÊK ANÎN
Çeteyên DAIŞ’ê 13’ê Gulanê saet 17.00-19.00'an û 14 Gulanê saet 02.00'an bi çekên giran êrîş birin li ser rojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Hêzên me jî di heman astê de bersiv dan çeteyan.
Komên çete 13’ê Gulanê saet 18.00'an jî bi çekên giran êrîş birin li ser başûrê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”