Li Şemzînanê li hember wesayîta zirxî çalakî
Li herêma Bermêş a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hember wesayîta zirxî çalakiyek hate lidarxistin.
Li herêma Bermêş a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hember wesayîta zirxî çalakiyek hate lidarxistin.
Li herêma Bermêş a ku ji navenda navçeya Şemzînan a Colemêrgê 5 kîlometreyan dûr e, li hember wesayîta zirxî ya leşkeran çalakiyek hate lidarxistin.
Piştî çalakiyê şerê demkurt pêk hat, ji ber hewan û obusên ku ji bargehên leşkerî hatin avêtin, agir bi daristanê girt. Piştî şer, leşkeran rêya Şemzînan-Geverê li çûn û hatinê girtin.
Têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Tevgera hewayî ya ku piştî çalakiyê jî destpêkirî hê jî dewam dike.