Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li hember leşkerên ku li gel wesayîtên zirxî di navbera devera Şeptan û navçeya Şemzînan a Colemêrgê dema di nava tevberê de bûn, gerîlayan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. HPG’ê wiha da xuyakirin: “Li hember konvoyeke di navbera Taxên Meydan û Bedoyê de bi çekên nîvotomotîk û çekên ferdî çalakiyeke xurt hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin û wesayîteke bi tîpa Kîrpî jî hate derbkirin. Di heman demê de leşkerên ku ji bo hewarê jî ketin tevgerê bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî 2 leşker hatin kuştin, wesayîteke tîpa Kîrpî jî hate derbkirin. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopterên bi tîpa Skorsky rakirin nexweşxaneyên li Şemzînanê. Di heman demê de Tûgaya Şemzînan û Qereqola Kûrê cihê bûyerê bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Di encama bombebaranê de li bajahiyê şewat derket.”
HPG’ê eşkere kir ku 12’ê Tîrmehê saet 08:30’an gerîlayên wan li hember leşkerên qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“12’ê Tîrmehê saet 10:00’an dema ku kepçeyên aîdî artêşa Tirk a ku rê ji bo girê Leylek ê li herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê çêdikir, gerîlayên me ew kirin hedef û bi çekên giran lê xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
12’ê Tîrmehê saet di navbera 09:00- 10:00’an de qereqolên Bespin û Milê Gûrya, Çelê Nimêja ya li Şirnexê li gel Tumena Şirnex û Tabûra Îkîzce; Herêmên Gundikê Remo, Tikeva û Kusî Keça bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk de li bejahiyê şewat derketiye.
12’ê Tîrmehê qereqola girê Zargê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê der dora xwe da ber çekên giran. Li ser vê êrîşa leşkeran jî li bejahiyê şewat derketiye. Gelê herêmê yên ku xwestin agir vemirînin ji aliyê leşkerên artêşa TC ve hatin astengkirin.”