Li Saarlandê merasîma bîranîna şehîdan

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarlandê, ji bo bîranîna şehîdan merasîmek hat lidarxistin.

Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mardîn) a di 27'ê Kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest da, Haci Ozdal ê di 25'ê Kanûna 2015'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, birayê wî Şivan Ozdal ê di 21'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê jiyyana xwe ji dest da, şervanê YPG'ê Bengîn Hîkenek (Rojhat Cizîrî) ê di 30'ê Kanûna 2015'an de li gundê Şergîratê jiyana xwe ji dest da, Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Gazîosmanpaşayê di serdegirtina malekê de ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarlandê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre nûnerên KCD-E, ESP Saarland û xizmên şehîdan axivîn.

Di axaftina li ser navê KCD-E de gotina ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan a 'teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan rê li ber serketinê vedike' hat bibîrxist û da zanîn ku berxwedana îro li Kurdistanê dewam dike, lewma gelekî girîng e. Nûnerê KCD-E da xuyakirin, ku ji bo dilsoziya bi cangoriyan re divê ew têkoşînê mezintir bikin."

Di daxuyaniya li ser navê alîgirên ESP Saarlandê de hat ragihandin, ku tiştekî rasthatî nîne jin ewqas hedef tên kirin û hat gotin, "Şoreşa Kurdistanê di nava xwe de şoreşeke nû afirand. Şoreşa Jinê. Lewma dijmin jinê hedef digire. Li ser vê bingehê Yelîz Erbay û Şîrîn Oter qetil kirin. Li ser vê bingehê li Parîsê sê, li Silopiyayê sê jinên Kurd qetil kirin. Dixwazin me bitirsînin, lewma cenazeyê Dayika Taybet hefteyekê li erdê hiştin. Lewma hovîtî li cenazeyê hevala Ekîn Wan kirin. Lê bila ew zanibin ku em ji şehîdan hêzê werdigirin û şehîd rêya me ronî dikin."

Pismamê Rojhat Cizîrî Rênas Cizîrî jî da xuyakirin ku Rojhilat di sala 1992'an de hatiye Saarlandê, di nava rojekê de bi Elmanî hîn bûye, di navbera salên 93-95'an de bûye xwedî pîşe û derfetên kar, lê tevî vê yekê jî berxwe daye Kurdistanê û got, "Berî me Elmanya nas kir û berê xwe da welatê xwe. Timî ji me re qala bedewiya xwezayî ya Kurdistanê dikir. Ew aşiqê Kurdistanê bû û di oxira vê eşqa xwe de şehîd ket."

Ji xizmên Jînda Mardîn Cemîl Altinişik jî got, "Şehîd taca serê me ne. Em pê serbilind in. Em bi saya şehîdan niha bi serbilindî dijîn."

Xizmê Haci û Şivan Ozdal Ekrem Yavûz jî daxuyaniyek da û got, "Em di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li mala xwe rûnenê. Rûniştina li malê divê li me heram be. Kî dikare çi bike, divê îro bike, sibe dibe ku dereng be." Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...