Li Rojava li hember tecrîdê bertek bilind dibin

Tecrîda giran a li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Efrîn, Mabeta û Cindirêsê hate protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star û rêxistinên civaka sivîl ve hate lidarxistin, daxwaza azadiya Ocalan a fîzîkî û ji bo vê jî banga mezinkirina têkoşîn hate kirin.

MABETA

Li navçeya Mabeta endamên Kongreya Star li pêşiya avahiya Navenda Asayîşê kom bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîd şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Ciwan Mihemed ve hat xwendin. Daxuyaniyê berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir, êrîşên qirkirinê jî lenet kir.

Daxuyaniyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd sucekî mirovahiyê ye, bang li hemû rêxistinên mafê mirovan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bikevin nava xebatan.

EFRÎN

Li Efrînê ji aliyê saziyên civaka sivîl ve tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Li pêşiya avahiya saziyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Nesrîn Hesen ve hat xwendin. Hesen di daxuyaniyê de ev got: “AKP bi siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd her ku diçe tecrîdê li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dike. Bi vê ve hiqûqa navneteweyî îxlal dike. Lê, AKP bi van hewldanên xwe nikare gelê Kurd ji Rêber Apo bide dûrxistin. Berxwedana ku li her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin, girêdana mezin a bi Rêbertiyê nîşan dide. Em weke jinên Saziya Civaka Sivîl (SCS) tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Ti kes nikare me ji Rêber Apo dûr bixîne. Heta ku Rêbertiya me azad bibe wê berxwedana me bidome.

CINDIRÊS

Yekîtiya Jinên Ciwan ên li navçeya Cindirêsê daxuyaniyek dan û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera yekîtiyê Dûnya Elo ve hate xwendin. Ji bo li dijî sûcê mirovahiyê ya dewleta Tirk banga serhildanê hate kirin.