Li Roboskiyê 4 kes hatin binçavkirin

Li Roboskiyê bi qedexeya kolanan re danê sibehê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin.

Piştî qedexeya kolanan a ku li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê duh êvarî hatibû îlankirin, ji danê sibehê ve hêzên dewleta Tirk davêjin ser malan. Di serdegirtinên malan de aktîvîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali, Hamît Encu, Cûmhûr Encu û Metîn Yucel ê ku ji ber qedexeya li Şirnexê li Roboskiyê bi cih bibû hatin binçavkirin. Yên binçavkirî birin Fermandariya Alaya Gulyaziyê. Her wiha di lêgerînên malan de pirtûk jî hatin desteserkirin.

Serdegirtin bi dawî bûne, lê qedexeya kolanan didome.