Li Rezanê li dijî panzera polîsan êrîşa bi roketan

Li navçeya Amed Rezanê ku derketina derve lê hat qedexekirin, li hemberî maşîneke polîsan a zirxî bi tîpa Shortland, çalakiyeke bi roketan hat kirin. Di encama êrîşê de derbek giran li maşînê ket û 3 polîsên tê de birîndar bûn.

Piştî çalakiyê polîsan gule li derdorê reşandin û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li nêzî dibistana Seretayî ya Faîk Alî ya li ser kolana Nukhet û Coşkûn Akyol a li navçeya Rezanê, li dijî maşîneke polîsan a zirxî ya bi tîpa shortlandê çalakiyeke bi roketan hat kirin. Di encama êrîşê de derbek giran li maşînê ket û 3 polîsên tê de birîndar bûn. Piştî çalakiyê polîsan gule li derdorê reşandin û 3 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li herêmê car carna şer diqewime