Li Rezanê gel li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li taxa Kaynartepeyê ku car carna dengê çekan jê tê, ciwan li pişt bendan li ber xwe didin û rê nadin êrîşên hêzên dewletê.
Li taxa Kaynartepeyê ku car carna dengê çekan jê tê, ciwan li pişt bendan li ber xwe didin û rê nadin êrîşên hêzên dewletê.
Li taxa Kaynartepe ya navçeya Amed Rezanê, ku ji ber êrîşên hêzên dewletê duh bi şev şer derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" êrîşên dewletê zêde bûn. Li hemberî êrîş û dorpêçiya polîsan, ciwanan li nava taxê bend danîn û dest bi berxwedanê kirin. Danê sibehê ji nava kolanên taxê dengê çekan hat bihîstin. Ciwanên bi bendan li ber xwe didin, rê nadin êrîşên hêzên dewletê.
Ji ber dorpêçî û tedbîrên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li gelek nuqteyên bajêr trafikê xitimî. Ajokarên nikarin rêgeha kolana Koşûyolû bi kar bînin, ji neçarî berê xwe didin ser rêya Elezîzê û bi zorê ji wir derbas dibin. Ji ber xitimandina rê, gelek wesayît di rê de man e.
Polîsên Tirk her wiha nehiştin esnafên li kolana Sûnayê dikanên xwe vekin.
Li parka Koşûyolû û kolana Sûnayê, piştî şerê duh bi şev gelek wesayît hatin şewitandin û kepçeyek hat qelibandin. Li gelek kolanên taxa Kaynartepeyê tîmên 'tevgera taybet' û maşînên zirxî bi cih bûn. Her wiha li kolana Sûnayê jî arkuj û ambûlans sekinîne.
Ji taxa Kaynartepeyê car carna dengê çekan tê.