Li Qamişloyê teqîn
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li Qamişloyê welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da, 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li Qamişloyê welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da, 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.
Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li çaryana Osman Sebrî ya li Taxa Hîlîlî ya Qamişloyê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 sivîl jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa ji birîndaran yekî giran e.
Li gorî agahiyên ji herêmê, li çaryana Osman Sebrî ya Taxa Hîlîliyê ya Qamişloyê saet 16:05’an de wesayîtekî bombebarkirî teqiya.
Piştî teqînê hêzên Asayîşê hatin cihê bûyerê û ewlekarî girtin.
Hevserokê Konseya Ewlekariyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehemed diyar kir ku di êrîşê de kesekî sivîl jiyana xwe ji dest daye û 1 jê giran 3 kes jî birîndar bûne.