Li Qamişlo teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da/ HAT NÛKIRIN
Li Kolana Meyamî ya Taxa El-Wista ya bajarê Qamişlo li pêşiya qehwexaneya Necmê teqînek rû da.
Li Kolana Meyamî ya Taxa El-Wista ya bajarê Qamişlo li pêşiya qehwexaneya Necmê teqînek rû da.
Li Kolana Meyamî ya Taxa El-Wista ya bajarê Qamişlo li pêşiya qehwexaneya Necmê teqînek rû da.
Hat ragîhandin ku motorsiklêta bombebarkirî teqiya. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Selam. Serokê Desteya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Senharîb Bersûm çû serdana kesên birîndar ên li nexweşxaneyê. Heyva Sor a Kurd xebatên dermankirina birîndar girt ser xwe û dest bi dermankirina birîndaran kirin.
Beriya niha di 30’ê Kanûna 2015’an de ango şeva beriya serê salê li dijî du xwaringehên bajarê Qamişlo li taxên sivîl du êrîşên dijwar pêk hatibûn. Yek ji wan li heman kolana ku îro teqîn lê pêk hatiye bû.
Navên kesên jiyan xwe ji dest dan evin: Besam Yaqûb Gawriyê, Moriyês, Fewzî
Navên birîndaran jî wiha ne: Tambî Yaqûb Gaweriyê, Kandî Yaqûb Gawriyê, Mihemed Raşid, Hakob Mîrza, Ciwan Yûsif, Ciwan Ebdulezîz, Kirîstîn Ebdulezîz, Rafî Umer, Beskiyêh Elî û Yaqûb Yûsif.