Li qadên azad ên Minbicê jiyan ji nû ve ava bû
Piştî salên dûr û dirêj ên bi dagirkerî, êrîş, serjêkirin, destavêtin û koçberiya ji ber DAIŞ'ê, li gund û gundikên Minbicê jiyan ji nû ve ava bû.
Piştî salên dûr û dirêj ên bi dagirkerî, êrîş, serjêkirin, destavêtin û koçberiya ji ber DAIŞ'ê, li gund û gundikên Minbicê jiyan ji nû ve ava bû.
Şêniyên gund û gundikên azad ên Minbicê, di destpêkê de meclîsên xwe ava kirin. Gel van qadên azad weke sembola jiyana hevpar û biratiya gelan pênase dike.
Gelê vê herêmê, ku ji sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ma, xwe bi rêxistin dike û jiyanê ji nû ve ava dike.
Gundiyên li başûrê Minbicê dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê piştî dagirkirina herêmê bi dehan caran avêtine ser gundê wan, talan û dizî kirine û anîn ziman, çeteyên DAIŞ'ê di bin navê bacê de dest datanîn ser hemû hatineyên wan ên ji karê çandiniyê.
Gundiyan diyar kirin, çeteyan her wiha gelek mal û cihên îbadetê yên li gundan şewitandine, deriyên dikan û kargehên li taxan şikandine, tiştên tê de dizîne û bi teqemeniyê gelek kargeh û xanî hilweşandine.
Gelê Minbicê yê ji serjêkirin, îşkence û talana çeteyên DAIŞ'ê bêzar bû, êdî nema karî îdare bike û banga 'Me rizgar bikin' li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Li ser vê daxwaza zêde ya gelê herêmê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî di 1'ê Hezîrana 2016'an de dest bi pêngava rizgarkirina Minbic û derdora wê kir.
Di çarçoveya vê pêngavê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Piştre, tîmên pispor ên taybet, rê, xanî û erdên ji aliyê çeteyan ve mayîn li wan hatin bicihkirin, paqij kirin. Karê paqijkirina herêman ji mayînan, hê li gelek cihan dewam dike.
GEL BI RENGEKÎ EWLE LI MALÊN XWE VEDIGERE
Ji bo gundî karibin bi hêsanî û ewle li malên xwe vegerin, li gundan tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.
Piştî ku gund ji bermayînên çeteyan, ji mayîn û xefikên bombeyî yên çeteyan tên paqijkirin, destûr ji gel re tê dayîn ji bo vegerin. Gundiyên bi coşeke mezin li gundên xwe vegeriyan, ji nû ve dest bi avakirina jiyanê kirin.
Piştî ku gel vegeriya cih û warên xwe, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî li gundan bendên kontrolê ava kirin û dest bi parastina gundan kirin.
GUNDÎ: EM JIYANÊ JI NÛ VE AVA DIKIN
Gelê li gundên li başûrê Minbicê dijî da xuyakirin, ku ji ber paqijkirina herêma wan ji çeteyên DAIŞ'ê ew kêfxweş in û dixwazin, di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de gund û taxên xwe biparêzin.
Ji gundiyên vê herêmê Ebû Xalid diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê di bin navê bacê de dest danîbû ser erdê wî yê çandî, lê piştî ku gundê wan hat rizgarkirin êdî bi rengekî azad dikare çandiniya xwe bike.
Ebû Xalid destnîşan kir, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji her şêwe rewşa awarte amade ne, bi ti awayî tedbîrên ewlekariyê sist nakin û herêmê diparêzin.
Ebû Xalid ragihand, ew ji vê rewşê kêfxweş in û ragihand, Meclîsa Gel a Minbicê ji bo av û jenaratorê alîkariya sotemeniyê dide wan.
Şêniyên herêmê, ku mal, kargeh û qadên wan ên jiyanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine wêrankirin, bi bawerî û piştgiriya hev, jiyanê ji nû ve ava dikin.