Li Peyasê înfaz
Şahidên bûyera qetilkirina kesê li Peyasê îdîa kirin ku kesê hatiye qetilkirin di nava nivînan de hatiye înfazkirin.
Şahidên bûyera qetilkirina kesê li Peyasê îdîa kirin ku kesê hatiye qetilkirin di nava nivînan de hatiye înfazkirin.
Duh saet di 12-13'an de li kolana 316 a Taxa Firatê ya navçeya Peyas a Amedê polîsan bi ser malekê de girtin, kesek hate qetilkirin, kesek jî hatibû birîndarkirin. Detayên bûyerê îro derketin holê. Şahidên bûyerê yên di avahiyê de dijîn gotin ku ev çend roj bû avahî dihat şopandin. Duh saetên nîvro tîmên taybet bi ser avahiyê de girtin. Bêyî ku polîs agahiyê bidin rêveberên avahiyê, bê şahid ketin hundirê avahiyê. Di destê polîsan de çakuçê ku deriyan dişkîne hebû, lê dema ketin hundir bêyî ku derî were şkandin derî vekirin. Dema polîs li derî dixin, kesê bi navê Mahmut Zerîf derî vedike, lê polîs bêyî tiştekî bipirse guleyekê li lingê wî didin. Piştî ku Zerîf birîndar dibe polîs dikevin hundir û kesekî di nava nivînan de înfaz dikin. Hat zanîn ku kesê di nava nivînan de qet ji nav nivînên xwe derneketî bû.
POLÎSAN BI XWE BIRIN CIHÊ BÛYERÊ NIHA JÎ ÎFADEYÊ DIGIRIN
Di heman demê de dema polîs ketine hundir, dengê guleyan di nava 2 deqeyan de bi dawî bûye. Piştî ku tîmên taybet înfaz pêk anîn û derketin hewşa avahiyê û li wir bi dengê bilind keniyane. Dema ku polîs ketine nava avahiyê bi ser cîranên malê de qêriyane û gotin "bikevin malê em ê we gulebaran bikin". Hat zanîn ku nasnameyên kesê hatî înfazkirin û birîndar kirin desteser kirin. Piştî demekê jî dozger û polîsên "lêkolîna cihê buyerê" ketine avahiyê. Piştî wê jî polîsan dergevanê avahiyê bêyî ku sedemekî bidin nîşan birin qata ku înfaz lê hat kirin. Dergevanê avahiyê ku polîsan birin daireya înfaz lê hatî kirin jî îro ji aliyê polîsan ve birine qereqolê.
Cenazeyê kesê ku hatî înfazkirin di Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê tê girtin û hê jî nasnameya wî nehatiye eşkerekirin.