Li pêşiya parlamenta Awûstûryayê çalakiya protestoyî
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd li Silopiyayê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li ber avahiya parlamentê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Çalakiya li ber parlamentê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û bi axaftinan dewam kir.
Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, Ciwanên Azad vekir û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Bijî piştgiriya enternasyonal" qîriya.
Di çalakiyê de li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.
Di dawiya çalakiyê de ji bo çalakiya bi pêşengiya jinan li Spephansplatzê were lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt hat kirin.