Li Parîsê kesê ku êrîşî polîsan kir û hat kuştin, dibe ku endamê DAIŞ’ê be
Hat ragihadin ku dema kesê li paytext Parîs a Fransayê êrîş bir ser polîsan û hat kuştin, dibe ku endamê DAIŞ’ê be.
Hat ragihadin ku dema kesê li paytext Parîs a Fransayê êrîş bir ser polîsan û hat kuştin, dibe ku endamê DAIŞ’ê be.
Hat ragihadin ku dema kesê li paytext Parîs a Fransayê êrîş bir ser polîsan û hat kuştin, dibe ku endamê DAIŞ’ê be. Di yekemîn salvegera qetlîama Charlîe Hebdoyê de êrîşkarê ku xwest li hember polîsan qetlîamek nû pêk bîne û hat kuştin, têkildarî nasnameya êrîşkar heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.
Li herêma 17’emîn a navenda Parîsê, kesê ku di saetên sibehê bi satoreyê êrîşî 2 polîsên li pêşiya avahiya qereqolê nobet digirt kir, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Hat ragihadin ku dema êrîşkar êrîşî polîsan kir tekbîr aniye û di encama êrîşê de hatiye kuştin.
Têkildarî mijara nasnameya êrîşkar lêkolîn hê didomin. Çapemeniya Fransa îdîa kir ku dibe welatiyê bi navê Salah Alî yê (20) welatiyê Fasê ji beriya niha li başûrê welat ji ber diziyê hatibû girtin be.
Beriya niha di 7’ê Çileya 2015’ an de êrîşek ji aliyê du endamên El Kaîde ya Yemênê ve li ser kovara mîzahê ya Charlîe Habdoyê pêk hatibû, tevî 11 kesan ku piranî endamên kovarê bûn hatin qetilkirin. Bi rasthatina yekemîn salvegera qetlîamê de pêkhatina êrîşî bal kişand.
Lê polîsan têkildarî nasnameya êrîşkar heta niha ti agahî nedane.
Wezîra Edaletê Chrîstîane Taûbîra jî diyar kir ku dibe êrîşkar kesekî ji mejiyê xwe astengdar be, lê dibe ku girêdana êrîşkar bi komên radîkal jî hebe. Da xuyakirin ku li ser êrîşkar rûpelek ala çeteyên DAIŞ’ê li ser û nivîsîna Erebî li ser hebû.