Li Parîsê greva birçîbûnê ya Elewiyan di roja duyemîn de ye
Li paytexta Fransa Parîsê greva birçîbûnê ya Elewiyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk dan destpêkirin di roja duyemîn de ye.
Li paytexta Fransa Parîsê greva birçîbûnê ya Elewiyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk dan destpêkirin di roja duyemîn de ye.
Li paytexta Fransa Parîsê greva birçîbûnê ya Elewiyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk dan destpêkirin di roja duyemîn de ye.
Li banliyoya Vîllers le Bel a girêdayî paytexta Fransa Parîsê greva birçîbûnê ya li Mala Çanda Elewiyên Anatolya ji bo hefteyekê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta AKP’ê yên li ser gelê Kurd, şermezarkirina qetlîamên li Kurdistanê û silavkirina berxwedanê dan destpêkirin di roja duyemîn de ye.
Ziyaretên ji bo çalakvanên grevê bi awayekî zêde didome. Di nav ziyaretvanên îro de bavê Leyla Şaylemez ku yek ji 3 şoreşgerên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hat qetilkirin Cûmalî Şaylemez, endama Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî hebû.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat di ziyaretê de axivî, wiha got: “Em van qetlîamana û yên beriya wan jî dizanin. Em Mereş, Sêwasê dizanin. Zîhniyeta Madimak şewitand û qîrên serketinê davêt û zîhniyeta cesedê jinekê 7 rojan li naverastê dihêle heman zîhniyet e. Îro li Wanê 12 ciwanên me, li Gazî, Li Silopiyayê jin, zarok, pitikên me hatin qetilkirin. Mizgeftên me, malên me yên cem hatin bomberdûmankirin. Ev dewleta faşîst bêyî cudahiyê bixe navberê qetlîaman pêk tîne. Tiştê tenê em bikin berxwedan e, bi hev re bi temamî em ê li ber xwe bidin. Ez tevahî şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim, vê berxwerdana we jî bi hêstên xwe yên şoreşgerî silav dikim.”
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan jî wiha axivî: “Li ser navê KCD-E ez greva birçîbûnê bi hezkirin û bi ruhê berxwedêr ê Kurdistanê silav dikim. Ev greva birçîbûnê di vê pêvajoyê de hêzê dide berxwedana li Kurdistanê. Dibe bi hezaran kîlometreyan dûr be, lê berxwedana li Bakurê Kurdistanê bi van çalakiyên we li ser piyan e û banga berxwedana Bakurê Kurdistanê ji me re heye; piştevaniya şoreşgerî mezin bikin, mêtingeriya TC ji tevahî raya giştî ya cîhanê re teşhîr bikin, bibin dengê berxwedanê. Ez careke din çalakiya we silav dikim, berxwedan wê mezin bibe, azadî nêz e.”
Li ser navê çalakvanên di greva birçîbûnê de Pîr Ahmet axivî, got bi şîara “Divê qetlîamên li Kurdistan ûTirkiyeyê bi dawî bibin, divê dayik negirîn, zarok nemirin, zarok negirîn dayik nemirin” dest bi berxwedanê kirine.
Pîr Ahmet diyar kir ku, “Îro roja duyemîn a greva birçîbûnê ye. Em spasiyê xwe ji tevahî hevalên hatin vê derê radigihînin. Di asta Konfederasyonê de jî çalakiyên me hene. Me dosya pêşkêşî Parlamentoya Ewropa kir” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê îro bibin dengek, ez hêvî dikim ku ev deng li Ewropa wê bibe qêrînek.”