Li nuqteya maşînên zirxî lê bûn, teqîneke dijwar rû da
Li Nisêbînê duh bi şev teqîneke dijwar rû da û maşîneke zirxî rûxiya. Ji cihê teqînê demeke dirêj dûxan bilind bû.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li hemberî maşînên zirxî yên polîsan ku taxên Kişla û Zeynel Abidîn dorpêç kirine, li Kolana Cûmhûriyetê duh bi şev çalakiyek bi teqemeniyan pêk hat. Teqîna li hember maşînên zirxî li seranserî navçeyê hate bihîstin. Piştî teqînê li cihê bûyerê şewat derket û demek dirêj ji cihê bûyerê dûxan bilind bû.
Hate zanîn ku di teqînê de maşîneyek zirhî ruxiya ye. Piştî teqînê polîsan bênavber ji maşîneyên zirxî kolanên taxê gulebarankirin û demek dirêj dengê çekan hate bihîstin. Der barê kuştî û birîndarên dewleat Tirk de agahî nehat bidestxistin.
Piştî teqînê ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mûdaxeleyî şewatê hat kirin.