Li Nisêbînê teqînên dijwar

Li Nisbînê ya ku berxwedana xwerêveberiyê 2 meh li pey xwe hişt, li Taxên Yenîşehîr, Kişla û Zeynelabidînö teqînên dijwar diqewimin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berxwedana xwerêveberiyê dewam dike. Li navçeya ku ev 60 roj in şer lê diqewimin li Taxên Yenîşehîr, Kişla û Zeynelabidînê teqînên hemwext rû dan. Li navçeyê toz û dûman bilind bûn, piştî teqînê tankên bi palet sewqî herêmê hatin kirin.

Li taxa ku balafirên Dron digerin şerên dijwar diqewimin.

JI ALIYÊ BALAFIRÊN ŞER VE HATIN BOMBERDÛMANKIRIN

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kiribû ku Nisêbîn cara yekem ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate bombedûmankirin.