Li Nisêbînê teqîna mezin

Li Taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbînê li nêzî nexweşxaneya ku wesayîtên zirxî lê hatibûn bicihkirin teqîneke mezin rû da.

Li Taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbînê li nêzî nexweşxaneya ku wesayîtên zirxî lê hatibûn bicihkirin  teqîneke mezin rû da. Derbarê teqînê de hê jî detay nayên zanîn. Îro êvarî li cihê wesayîtên zirxî yên bi nave Ejder ên artêşa Tirk ku li derdora nexweşxaneya kevin hatibûn bicihkirin teqîneke mezin pêk hat. Dengê teqînê ji her derê bajêr hate bihîstin. Piştî teqînê hêzên dewletê Taxa Abdullkadîrpaşa gulebaran kir û bi bombeavêjan êrîş kirin.

Derbarê teqînê de hê jî agahî nehatine û gulebarana li hember taxê jî berdewam dike.