Li Nisêbînê polîsekî 'tîmê taybet' bi giranî birîndar bû

Li Nisêbînê, ku êrîşên dewleta Tirk lê dewam dikin, polîsekî 'tîmê taybet' ê Tirk bi çalakiyeke sûîqestê re giran birîndar bû.

Li Nisêbînê xweparastina li dijî êrîşan gav bi gav mezin dibe. Hêzên YPS û YPS Jin bersivê didin êrîşên hêzên dewletê.

Li taxên berxwedanê, ku êrîşên giran li wan tên kirin, polîsekî 'tîmê taybet' di encama çalakiya sûîqestê ya hêzên YPS'ê de bi giranî birîndar bû. Ev polîsê birîndar ewilî xistin maşîna zirxî, dûre jî bi ambûlansê re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li hemberî taxên berxwedanê êrîşa hêzên dewletê dewam dike.