Li Nisêbînê, jinekê jiyana xwe ji dest da

Li Nisêbînê, piştî teqîna duh bi şev û gulereşandina ji aliyê hêzên dewletê ve hat kirin, jinekê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê lê dewam dike, duh bi şev di dema derbasbûna maşînên zirxî de li Kolana Cûmhûriyetê teqîneke mezin rû da bû. Piştî teqînê hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule li taxên Zeynel Abîdîn û Kişlayê reşandin. Ji ber gulereşandina piştî teqînê, hat ragihandin ku jineke navê wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest daye.

MAŞÎNÊN ZIRXÎ ÎMHA BÛN

Di encama teqînê de 3 maşînên zirxî rûxiyan. Ji ber gulereşandina piştî teqînê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kirin, zerar li gelek mal û kargehên li taxên Zeynel Abîdîn û Kişla bû. Ji ber gulereşandinê agir qemyonetekê ket û şewat ji aliyê ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat veşartin. 

Cenazeyê jina li taxa Kişla jiyana xwe ji dest da, hînê li malekê ye.