Li Nisêbînê ji bo endama YPS-JIN merasîm
YPS û YPS-JIN ji bo endama xwe ya di teqîna şevê din de jiyana xwe ji dest dayî merasîma leşkerî pêk anîn.
YPS û YPS-JIN ji bo endama xwe ya di teqîna şevê din de jiyana xwe ji dest dayî merasîma leşkerî pêk anîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di êrîşa bombeyî ya li hemberî wesayîtên zirhî yên hêzên dewletê de endama YPS-JIN a bi kodnavê Dorşîn jiyana xwe ji dest dabû. Piştî wecîbeyên olî ji bo Dorşîn endamên YPS û YPS-JIN li taxê merasîm pêk anîn. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe winda kirîn, dest pê kir.
'ROJ ROJA ŞEREF Û NAMÛSÊ YE'
Di merasîmê de Endamê YPS’ê Denîz Bagok diyar kir ku hevala wan dema xwestiye li hember polîsan çalakiyê pêk bîne jiyana xwe ji dest daye. Bagok wiha axivî: "Heval Dorşîn bi rûhek fedayî û qehremanî gihîştiye şehadetê. Di çalakiya xwe ya serkeftî de darbeyên giran li dijmin dane. Li her devera Kurdîstanê êrîşên dijmin bi awayekî hovane li ser gelê me çê dibin. Ev şer şerê AKP’ê ye. Li hember van êrîşan tevahî gelê me hêj şiyar nebûye. Em bang li gel dikin ku mil bide milê ciwanên xwe. Li hember qetlîamên Cizîr, Sur, Silopî û her çar parçeyên Kurdîstanê têbikoşin."
Bagok bi gotina, "Roj roja şeref û namûsê ye. Roj roja hebûn û tunebûnê ye" bang li gel kir û wiha domand: "An em dê bi tevahî bimirin yan jî em ê bi tevahî bi hev re azad bibin. Em bang li gel dikin ku li hember êrîş û dorpêçirina hêzên dewletê rabe serhildanê.”
'HEZARAN CENAZE GIRTE SER MILÊN XWE'
Merasîm bi berzkirina sloganên “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî merasîmê endamên YPS’ê darbesta bi ala PKK hatibû pêçan radestî gel kir. Jinan darbest hilda ser milê xwe û heta Kolana Onderê ku ambulans lê rawestiyabû meşiya.
Di dema meşê de bênavber slogana, "Şehîd namirin" hate berz kirin.
Bi hezaran kesên cenaze xistin ambulansê heta Kolana Lozanê bi ambulansê re meşiyan. Piştî meşê cenaze bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.