Li Nisêbînê ji 9 siyasetmedarên Kurd re cezayê xwerêveberiyê

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de ji bo 9 siyasetmedarên Kurd ê ku derbarê wan de bi hinceta îlankirina xwerêveberiyê, ji doza ku hatibû vekirin ceza derket.

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de ji bo 9 siyasetmedarên Kurd ê ku derbarê wan de bi hinceta îlankirina xwerêveberiyê, ji doza ku hatibû vekirin ceza derket. Dadgehê Kaya jî di nav de ji bo 5 kesan 6 sal û 3 meh, 2 kes jî 8 sal û 9 meh ceza da.

Doza ku di derbarê 9 kesên ku Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de bi hincete ‘daxuyaniyên xwerêveriyê îlankirinê yên li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 12’ê Tebaxa 2015’an de, bi daxwaza cezayê heta hetayî yê girankirî bê zîndankirin’ biryar da. Doza ku li 2. Dadgaha Ceza ya Giran a Mêrdînê di rûniştina biryardayînê de siyasetmedarên Kurd ên bêyî ku bên girtin dihatin dadgehkirin Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Nisêbînê Sebîha Gunduz, Hevseroka DBP’ê ya navçeya Nisêbînê Zeynep Algan, Hevserokê Şaxa MEYA DER’ê Salih Cebe, Berdevkê Meclîsa Dent Mûhsîn Aksan, Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Erhan Dînç û Faysal Dag, Ramazan Artan û Nazli Dûman jî amade bûn.

Piştî daxwaz û parastinê, heyeta dadgehê biryar da. Faysal Dag, Ramazan Artan û Nazli Dûman ên bi şertê ‘kontrola edlî’ serbest hatibûn berdan, bereat kirin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Nisêbînê Sebîha Gunduz, Hevseroka DBP’ê ya navçeya Nisêbînê Zeynep Algan, Hevserokê Şaxê MEYA DER’ê Salih Cebe, Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Erhan Dînç jî bi îdîaya “Gel bi kîn û dijminatiyê tehrîk dikin” 1 sal û 3 meh, bi îdîaya “ tevî ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” jî 5 sal ji bo her siyasetmedarekî, bi giştî 6 sal û 3 meh ceza hat dayîn.

Ji bo Musîn Aksan ê ku daxuyaniya xwerêveberiyê jî xwendî bi hinceta “Gel bi kîn û dijminatiyê tehrîk dike” 1 sal û 3 meh, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” jî 7 sal û 6 meh bi giştî 8 sal û 9 meh ceza hat dayîn.

Parêzeran li hember cezayê dadgehê nerazîbûn nîşan dan û dan diyarkirin ku wê biryarê bibin Dadgeha Temyîzê.