Li Nisêbînê 3 rojnamevan hatin binçavkirin
3 rojnamevanên ji Cizîrê dihatin Nisêbînê hatin binçavkirin.
3 rojnamevanên ji Cizîrê dihatin Nisêbînê hatin binçavkirin.
3 rojnamevanên ji Cizîrê dihatin Nisêbînê hatin binçavkirin.
Wênekêşê Fransî Jan Schmîd Whîtley, Nûçegîhanê Sendîka.org Mûrat Bay û wênekêşe serbest Orhan Tanhan ên ji bo şopandina nûçeyên ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê dihatin Nisêbîna Mêrdînê hatin binçavkirin. Tîmên taybet ketin kafeya ku her 3 rojnamevan lê ne, nasnameyên rojnamevanan kontrol kirin. Her sê rojnamevan jî binçav kirin û birin Şaxa Nisêbînê ya Têkoşîna Bi Terorê Re.