Li Minbicê şerê giran

Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicêû çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar diqewimin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê di çarçoveya hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de bi pêş ve diçin.

Hate ragihandin ku di çarçoveya hemleyê de li bakurê taxa El-Hezawîna ya ku ji sedî 85 ji çeteyan hatiye paqijkirin û bakurê nexweşxaneya El-Wetenî ya dikeve rojavayê bajêr, şerên dijwar diqewimin.

Hate diyarkirin ku şer di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de saet 17:30’an despê kiriye û heta niha jî bi dijwarî didome.