BI DÎMEN

Li Minbicê 1300 sivîlên din ji çeteyan hatin rizgarkirin

Li derdora herêmên El Şerîa û Sebi Behrat ên Minbicê 1300 sivîlên din ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

Di şerê duh bi şev ê li xaçerêya Şerîa û Sebi Behrat ên Minbicê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo derxistina sivîlan, korîdorek ewlekariyê vekirin. Di vê korîdorê re 1300 sivîl hatin rizgarkirin.

Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de gelek jin, zarok û birîndar hene. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê sivîl derbasî herêmên ewle kirin û dest bi tedawiya birîndaran kirin.