Li Marsîlyayê mîtînga edalet û piştgiriyê

Li Marsîlyayê terora dewleta Tirk hat protestkirin. Di çalakiyê de ji bo gelê Kurd banga piştgiriyê hat kirin û jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bîranîn.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo bîranîna sê jinên Kurd ên di sala 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û bi armanca şermerzarkirina terora dewleta AKP'ê li Kurdan dike, mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Arîn Mîrxan ve hat organîzekirin û duh êvarê li Meydana Vîeûx Portê pêk hat. Bi qasî 200 Kurd û dostên wan beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de nûnerên tevgerên Maoîst, Anarşît, Femînîst û hin Sendîkayan amade bûn. Jinên Kurd li meydanê bi findan nivîsa 'Edalet' û 'Aştî' nivîsandin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan.

'DIVÊ BI LEZGÎNÎ HELWEST LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ BÊ NÎŞANDAN'

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Senatora berê Îsabelle Pasqûet komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bi zimanekî tund şermezar kir. Pasqûet bang li dewletên Ewropayê kir, ku bi lezgînî helwestê li hemberî Tirkiyeyê nîşan bidin û xwest Komkujiya Parîsê bê ronîkirin.

Di peyama Meclîsa Jinên Kurd a Arîn Mîrxan de jî bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê tên meşandin û banga piştgiriya bi gelê Kurd re hat kirin.

...